Şaxewan Ebdila: Eqîd Rêber Mizûrî hat azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew heft roj bûn ku Eqîd Rêber Mizûrî girtî bû, lê bi gotina Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê, ew vegeriyaye nav kesûkarên xwe û li cihekî din berpirsyarîtî pê hatiye dan.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Çarşem, 26.02.2025) di ronkirinekê de got, “Fermandarê Fewcê li Sinorê Sergeranê Eqîd Rêber Mizûrî vegeriya nav kesûkarên xwe û postekî bilindtir pê hat dan, ku Muqedemê Lîwayê ye.”
Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Ez bi Rêber Mizûrî re axiftim ji bo ku li deverê bimîne, lê wî daxwaz kir li ser wî postê xwe yê nû dest bi karî bike.”
Pêştir li ser arêşeya cotyarên Kurd li sinorê Sergeranê û xasma jî gundê Şenaxeyê, Rêber Mizûrî bi tometa piştgirîkirina cotyarên Kurd hatibû girtin.