Şêrwan Dûberdanî: Nivîsîngeheke girêdayî madeya 140ê li parêzgeha Neynawayê tê vekirin

Şêrwan Dûberdanî
Şêrwan Dûberdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeheke girêdayî madeya 140ê li parêzgeha Neynawayê tê vekirin û 20 fermanber bi awayê girêbest ji bo wê nivîsîngehê tên damezrandin.

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şêrwan Dûberdanî îro (Çarşem, 26.02.2025) ji Malpera K24ê re ragehand, “Piştî bizav û tekoşîneke zêde, me karî razîbûnê ji bo vekirina nivîsîngeheke girêdayî madeya 140ê li parêzgeha Neynawayê werbigirin.”

Şêrwan Dûberdanî herwesa got, “20 fermanber bi awayê girêbest ji bo wê nivîsîngehê tên damezrandin.” Amaje jî da, “Vekirina vê nivîsîngehê dê giringiyeke zêde ji bo Kurdên deverên madeya 140ê hebe, xasma jî eger her arêşe û aloziyek hebe, bi rêya wê nivîsîngehê tê gehandin.”

Navbirî amaje jî da, “Her sal yek milyar dînar ji bo welatiyên deverên madeya 140ê tên xerckirin, lê heta niha Kurdên wî sinorî jê mifadar nebûne û ji niha û pê de mifadar dibin û bi çend qonaxan pereyî werdigirin, ku 10 milyon dînar bi her welatiyekî Kurd tên dan.”

Endamê Civata Nûnerên Îraqê herwesa ragehand, “Ev deverên dikevin sinroê parêzgeha Neynawayê ev in; qezayên Şingal û derdorên wê, Zimar, Qehtaniye, Telkêf û derdorên wê, Şêxan û derdorên wê, Hemdaniye û derdorên wê, Başîk û Mexmûr û derdorên wê.”

 
Fly Erbil Advertisment