5 gorên bi komî li parêzgeha Neynewayê hatin kolandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Şehîdan a Iraqê ragihand, 5 gorên bikomî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, li parêzgeha Neynewayê vedikin.
Dezgeha Şehîdan a Iraqê îro 27ê Sibatê di daxuyaniyekê de got: “Tîmên teknîkî yên pispor ên beşa gorên bikomî ya Saziya Şehîdan û beşa bijîşkiya dadwerî ya Wezareta Tenduristiyê, kolandina 5 gorên komî li parêzgeha Neynewayê, navçeya Şingalê û navçeya Baacê bidawî kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li gorî rêkarên yasayî û teknîkî, hemû paşma radestî bijîşkiya dadwerî hatin kirin, ji bo wergirtina testên pêwîst ji bo nasîna nasnameya qurbaniyan û paşê dê ew ji malbatên wan re bên radestkirin.”
Dezgeha Şehîdan a Iraqê diyar kir jî: “Hemû belge û dozên lêpirsînê dê ji dadgehên pêwendîdar re bên şandin.”
Rêxistina DAIŞê ya teroristî li serê Tebaxa sala 2014ê êrîşeke berfireh kir ser qezaya Şingalê, zêdetirî 3 hezar Êzîdî kuştin û di gorên bikomî de veşartin. Herwiha nêzîkî 7 hezar jin û keçên Êzîdî revandin, heta niha 3584 kes ji wan hatine azadkirin.
Li gor amaran, 93 gorên bikomî hatine dîtin û 55 gorên bikomî hatine vekirin, 38 gorên bikomî hîn nehatine vekirin.