7 gorên bikomî li derdora Şamê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, hejmarek gorên bikomî li firokexaneya Mezza û deverên derdora Şamê hatin dîtin, ku berî kuştinê, qurbanî bi awayekî hovane hatine îşkencekirin.
Ajansa “Reuters” îro 27ê Sibatê belav kir, li firokxaneya leşkerî ya Mezzayê û derdora Şamê, 7 gorên bikomî ku zêdetirî hezar term tê de hene, hatin dîtin.
Li gorî wê ajansa, firokexaneya leşkerî ya Mezzayê cihê zindan û îşkenceyê bû, kesên ku di goran de hatibûn dîtin, berî ku bên kuştin, bi tundî rastî îşkenceyê hatin.
Dezgeha dadweriya Sûriyeyê di raportekê de got: “Piştî rûxandina Beşar Esed di Berçileya 2024an de, wan bi alîkariya şahidiya şahidan, wêneyên satelîtê û belgeyên tomarkirî yên ji firokxaneya leşkerî ya Mezzayê hatine dîtin, cihê goran diyar kirine.”
firokxaneya leşkerî ya Mezzayê cihê windakirina welatiyên Sûriyeyê bû, di dema rejîma Esed de, di navbera 2011 û 2017an de herî kêm 29 hezar girtî tê de bû.