Nêçîrvan Barzanî: Remezan meha lêborînê û derfeta bihêzkirina nirxên pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezan a pîroz got: “Remezan, meha dilovanî û lêborînê û qenciyê ye, derfet e ji bo bihêzkirina nirxên biratî, pêkvejiyan û nûkirina giyanê hevkariyê di civakê de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 28ê Sibatê bi boneya hatina meha Remezanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî misilmanan li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê kir û got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim xêr û asûdeyî bo hemûyan bi xwe re bîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Remezan, meha dilovanî û lêborînê û qenciyê ye, derfet e ji bo bihêzkirina nirxên biratî, pêkvejiyan û nûkirina giyanê hevkariyê di civakê de.
Her wiha Nêçîrvan Barzanê hêvîdar e meha Remezana pîroz, aramî û seqamgîriyeke zêdetir bo gelê Kurdistan û Iraq û navçeyê bîne.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê îro Înê 28ê Sibata 2025an, bi piştevaniya belgeyên Komîta Bilind a Dîtina Heyvê, sibê Şemî 1ê Adara 2025an, wek yekem roja meha Remezana pîroz diyar kir.