HSD: Li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê 8 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên HSD’ê êrişên li eniyên bendava Tişrînê û pira Qereqozê têk birin, di encamê de 8 çekdar hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 1ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, duh Înê êrişên xwe yên li ser herêmên bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê zêdetir kirin.
Diyar kir jî, li eniya bendava Tişrînê hêzên wan bersiva êrişan da û şer di navbera wan û êrîşkeran de derket. Di encamê de 8 çekdar hatin kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.
Li eniya Qereqozaqê jî; derdora pira Qereqozaqê û gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Mehla û Sinaa, girê Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 60 guleyan hatin topbarankirin.
Da zanîn jî, di encama topbarankirinan de zirarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir jî, duh tevahiya rojê, firokeyên şer û dronên Tirkiyeyê li asîmanê Kobanê û gundewarên wê û Eyn Îsayê digeriyan.