Li Şamê goreke bikomî hat dîtin.. termên nêzîkî 1000 kesî tê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Goreke komî li Şamê hat dîtin ku termên nêzîkî 1000 kesên ku di serdema rejîma Beşar Esed de hatibûn kuştin, hat dîtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Goreke komî li Şamê hat dîtin ku termên nêzîkî 1000 kesên ku di serdema rejîma Beşar Esed de, di bin eşkenceyê de hatibûn kuştin, hat dîtin.

Diyar kir, Piraniya termên di gorê de, li Firokxaneya Mezzeyê ya Leşkerî hatibûn girtin û di bin eşkenceyan de hatine kuştin.

Li gorî amaran, ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed ve, heta niha 22 gorên bikomî hatine dîtin ku termên 2681 qurbaniyan tê de bûn.

firokxaneya leşkerî ya Mezzayê cihê windakirina welatiyên Sûriyeyê bû, di dema rejîma Esed de, di navbera 2011 û 2017an de herî kêm 29 hezar girtî tê de bû.

Li gorî Komeleya Girtî û Windayan, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bikomî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.

 
Fly Erbil Advertisment