CENTCOM: Serkirdeyekî ser bi El-Qaîde ve li Sûriyeyê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, êrîşeke asmanî ya tekez li Sûriyeyê serkirdeyekî navdar di girûpeke ser bi El-Qaîdê ve kir armanc û di encamê de ew hat kuştin.

CENTCOM di daxuyaniyekê de diyar kir, wan Mihemed Yûsif Ziya Talay, fermandarê leşkerî yê di rêxistina Pasewanên Olî ya girêdayî El-Qaîde de kuştiye.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Kurella ragihand: Weke ku me berê jî behs kiribû, emê berdewam bin li ser şopandina wan terorîstan, da ku welatê xwe, welatiyên Amerîkayê û hevpeyman û hevkarên xwe li navçeyê biparêzin.

 
 
Fly Erbil Advertisment