NPG: Biryara agirbestê ya PKK’ê ji bo hemû hêzên me derbasdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya banga Ocalan de, biryara agirbestê ya PKK’ê ji 1’ê Adarê ve, ji bo hemû hêzên wan derbasdar e.

Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê li ser banga Abdullah Ocalan, agirbestê ragihand. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) piştî banga PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de diyar kir, di çarçoveya banga Ocalan de biryara agirbestê ya ku PKK’ê girtiye û ji dîroka 1’ê Adara 2025’ê pê ve destpê dike, ji bo tevahî hêzên wan derbasdar e. 

Herwiha got: “Divê hemû fermandarî û yekîneyên pêwendîdar li hemberî biryara ku PKKê girtiye, bi hestiyarî nêz bibin û bi awayekî temam pêk bînin.”

Lê NPG amaje bi wê jî kir, li hemberî êrîşên ku li ser wan çêbibin, dê di çarçoveya mafê xweparastina rewa de, bersiva pêwîst bidin, ku ev jî mafêkî bingehîn e. 

Da zanîn jî: “Ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekeyên otonom, yekeyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS jî derbasdar e û divê herkes vê pêk bîne.”

 
 
Fly Erbil Advertisment