Li gundekî Dûkanê 2 zarok di teqînekê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Sofyanî yê ser bi navçeya Dûkanê ve, du zarokan di encama teqînekê de birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Li gundê Sofyanî xwişk û birayekî yên 7 û 9 salî tûrek dîtin û bi wan de teqiya.
Peyamêrê me got, ew her du wan zarok li ber derî dilîstin, tûrek dîtin û dema ew tû vekirine, bi wan de teqiye.
Da zanîn jî, ew zarok bo nexweşxaneya Ranyayê hatin rakirin û piştî dermankirinên destpêkê, bo nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatin şandin.