Rêveberiya Xweser çar endamên DAIŞê dan destê Nemsayê

Civîna şandên Rêveberiya Xweser û Nemsayê
Civîna şandên Rêveberiya Xweser û Nemsayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Nemsayê çûye Rojavayê Kurdistanê û du zarok û du jinên DAIŞî ji Rêveberiya Xweser wergirtine.

Medyaya nêzî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) parve kiriye, “Şandeke Nemsayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.”

Her li dû çavkaniya navbirî, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa ewlehî û mirovî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û rewşa kempan jî hatine kirin.

Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Her di wê çarçoveyê de, şanda Nemsayê du zarok û du jinên çekdarên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtin û vegerandin welatê xwe.”

Ev di demekê de ye ku Rûsyayê jî di çend rojên borî de ragehand ku, li ser vegerandina 100 zarokên Rûsyayî ji kempên bakurê rojhilatê Sûriyeyê kar dike.

 
Fly Erbil Advertisment