Serok Barzanî û Falih Feyaz danûstandinan li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê dikin

Serok Barzanî û Falih Feyaz
Serok Barzanî û Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şebî kir û pê re ronahî berda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 02.03.2025) pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û deverê hatin kirin.”

Herwesa her du aliyan ronahî brda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî jî.

 

 
Fly Erbil Advertisment