Hema.. Çekdarên nenas êrîş kir ser mizgeftekê û 10 kes bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke çekdarên nenas êrîş kir ser mizgeftekê li sinorê parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê, di encamê de jî 10 kes bûn qurbanî.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Duşem, 03.03.2025) parve kiriye, “Şeva borî hejmareke çekdarên nenas, ku motorsiklek jî pê re bû, êrîş kir ser mizgefta gundê Heyalînê yê sinorê parêzgeha Hemayê.”
Rewangeha navbirî eşkere jî kir, “Di encama wê êrîşê de, çar kes hatine kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne, ku birînên hin ji wan giran in.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Piştî wê rûdanê, hêzeke zêde ya ewlehiyê ji bo vedîtina wan çekdaran ji bo wê deverê hatiye şandin.”
Malperên medyayî yên navxweyî yên sûriyeyê jî parve kiriye ku, ew çekdar di dema terawîhan de çûne nav wê mizgeftê û nivêjker gulebaran kirine.
اثناء ذهابهم لصلاة التراويح
— هيثم ابو سعيد (@ahmad16067) March 2, 2025
اثنان يستقلان دراجة نارية قامو بفتح النار على الناس ببلدة حيالين ريف حماة
(بلدة حيالين هية مسقط راس الوزير الثائر السيد #اسعد_مصطفى
وهية بلدة العميد الحر قائد فصيل الجيش الثاني وتعتبر مسقط رأس ابو عمشة )
رحم الله من قتل ولعن الله المجرمين pic.twitter.com/GQ7Iv1nLbs