Zelenskyy: Guhertina min ne hind hêsan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî şeredeva xwe ya bi Serokê Amerîkayê re, Serokê Ukraynayê wekî bersivek ji bo berpirsên Amerîkayê got, “Guhertina min hind hêsan nabe.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Londonê ji rojnamevanan re got, “Bi liberçavwergirtina tiştê ku diqewime û bi liberçavwergirtina piştgiriyan, guhertina min hind hêsan nabe.”
Volodymyr Zelenskyy amaje jî da, “Ew mijar tenê bi rêkxistina hilbijartinan nabe, belkî dê bi rêgirtina li xwekandîdkirina min be, wesa jî karûbar kêmekê aloztir dibin.”
Navbirî ron jî kir, “Pêştir li beranberî peywendîkirina Ukraynayê bi NATOyê, min destberdana xwe ya ji karî pêşkêş kir. Ev jî amajeya wê yekê ye ku eger NATO hebe û şer bidawî bê, manaya wê ew e ku min erkê xwe bi cih aniye.”
Berpirsên Amerîkayê yên nêzî Trump duhî (Yekşem, 02.03.2025) got, “Divê Volodymyr Zelenskyy dest ji karê xwe berde.” Ev jî piştî ku li roja Înê ya borî li ser şerê Rûsyayê duberekî keft navbera Zelenskyy û hevkûfê wî yê Amerîkayî û şeredev kir û Serokê Ukraynayê bi bêrêzîkirina bi Serokê Amerîkayê û spasdarnebûna ji bo bizavên bidawîanîna şerê Kiyêv û Moskoyê hat tometbarkirin.
Lûtkeya Londonê duhî (Yekşem, 02.03.2025) Serokê Ukraynayê, Serokê Fransayê, Serokwezîrê Kanadayê, Serokwezîrê Brîtanyayê, Şêwirmendê Almanyayê, Serokê Komisyara Yekîtiya Ewropayê, Serokê Hevpeymaiya NATOyê û çend serkirdeyên din li ser maseya danûstandinan civandin, û wan berdewamiya piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê tekez kir.
Herwesa serkirdeyên Ewropayê biryar da ku divê zêdetir weberhênanê di kertê bergiriyê de bikin, ji bo ku ji Trump re nîşan bidin ku Ewropa dikare xwe biparêze.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer piştî wê lûtkeyê ragehand ku, wan hevpeymanîtiyek çê kiriye ji bo ku di her lihevkirinekê de piştevaniya Ukraynayê bikin.
Keir Starmer amaje jî da ku, bi Fransayê re li ser wê yekê kar dikin ku pêşniyareke aştiyê ji bo rawestandina şerî ji bo dema mehekê li Ukraynayê pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bikin.