Li Israîlê kesekî êrîş kir ser welatiyan, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesekî Dirûz ku nasnameya Israîlî heye îro (Duşem, 03.03.2025) li westgeheke şemendefirê li bajarê Heyfayê bi çeqokê êrîş kir ser welatiyan, û kuştî û birîndar hene.
Malpera rojnameya Jerusalem Postê ragehand, “Îro li navenda bazirganiyê ya Lîf Hemratsê li Heyfayê, kesekî bi çeqokê êrîş kir ser xelkî. Di encama wê êrîşê de, kesek hat kuştin û çar kesên din jî briîndar bûn.”
Berpirsekî Desteya Hawarhatinê ya Stêrka Dawidî ya Sor ragehand, “Birînên wan her çar birîndaran giran in.” Herwesa eşkere jî kir, “Ew kesê hatiye kuştin mêrekî 70 salî ye.”
Li dû dawî ragehandina polîsan, ew çeqokêş ku nasnameya Israîlî heye hatiye girtin. Ew ciwanekî 20 salî ye û li taxa Şefa Emroyê ya rojhilatê Heyfayê dijî. Heta niha nayê zanîn ka ew êrîş karekî teroristî ye an na.
