Li bajarê Bokemalê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna tankereke sotemeniyê li deriyê bajarê Bokemal ê li parêzgeha Dêrezorê de, hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Telefizyona Sûriyeyê îro 3ê Adarê belav kir, li bajarê Bokemalê tankereke sotemeniyê teqiya, agir vêket û tîmên agirkujê gihîştin cihê karîn agir vemirînin
Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe jidest dan û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.