Îsraîlê çend cih li Laziqiye û Tertûsê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê depoyeke çekan li parêzgeha Laziqiyayê û cihekî din li bajarê Tertûsê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê îro 3ê Adarê di daxuyaniyekê de got, wê cihekî leşkerî li herêma Qirdaha ya li parêzgeha Laziqiyeyê bombebaran kir ku ji bo depokirina alavên şer ên rejîma Sûriyeyê ya rûxandî dihat bikaranîn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Afîgay Adraî got, hêzên Îsraîlê cebilxaneyeke kevn a rejîma Sûriyeyê ya berê bombebaran kir.

Ji aliyekî din ve, Kanala “14” a Îsraîlî belav kir, artêşa Îsraîlê îro danê êvarê êrîşeke asmanî li ser cihên li bajarê Tartûsê pêk anîn, bêyî ku agahiyên zêdetir derbarê cihên ku hatine armanckirin bide.

Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya borî de, firokeyên şerî yên Israîlê bi sedan cih û baregehên leşkerî yên Sûriyeyê li hejmareke parêzgehên wî welatî wêran kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment