Keşnasiya Kirmanşanê haydariya rewşa zer ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Giştî ya Keşnasiya Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê rewşa keşûhewayê ya pêşbînîkirî ya îro wekî rewşa zer diyar kiriye û haydariya baraneke xurt û befrê li zozanan dide.
Birêveberê Giştî yê Keşnasiya Kirmanşanê Seîd Qasimî îro (Çarşem, 05.03.2025) ragehand, “Li dû nexşeyê pêşbîniyan, îro pêleke baranê seranserî parêzgeha Kirmanşanê digire û li piraniya cihan baraneke xurt û birûsk dê hebin.”
Her li dû gotina Seîd Qasimî, di hin deman de û xasma jî bi şevê ihtîmala kêmbûna baranê heye, lê reşeba dê rabibe û bandora wê heta danê êvarê yê roja Şemiyê ya heftiya bê berdewam dibe.
Navbirî amaje jî daye, “Destpêka wê pêlê li deverên zozanan bi baraneke xurt û befrê dest pê dike, lê li serê sibeha sibe Pêncşemê heta nîvroya Înê li dû cudahiya deveran berdewam dibe, lewma jî me daxwaz ji welatiyan kiriye ku li deverên bilind û rêyên çiyayî haydar bin. Eger rewşeke neçariyê û pêdivî nebe geştê nekin, ji ber ku rê tûşî rewşên bestiyê û şixtê dibin.”
Birêveberê Giştî yê Keşnasiya Kirmanşanê herwesa haydariyeke taybet li ser xirabiya wê rewşê bi bajarkên Hersîn, navenda Kirmanşanê, Dalaho, Kengawer, Riwanser û Îslam Abada Rojavayê da.