Mesrûr Barzanî di salvegera serhildanê de: Em li bin çi givaştinan destan ji mafên xwe bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê salvegera serhildana xelkê Herêma Kurdistanê pîroz dike û tekez dike, “Em di bin çi givaştin û gefan ve destan ji mafên xwe bernadin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 05.03.2025) bi helkeftina salvegera serhildana sala 1991ê ya xelkê Herêma Kurdistanê peyamek parve kir û amaje daye, “Ez gerimtirîn pîrozbahî li tevaya Kurdistaniyan û xasma jî Pêşmergeyên qehreman û binemalên serbilind ên şehîdan dikim.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kiriye, “Îro ku em vê serhildana mezin û şkodar li bîr tînin, ji her demekê zêdetir pêdivîtiya me bi yekrêzî û hevhelwestiyê li ser berevanîkirina ji qewareya destûrî û dezgehên qanûnî û destûrî yên Herêma Kurdistanê û wan destkeftiyên bi xebat û qurbanîdan û canfedayîya Pêşmergeyên qehreman û xwîna geş a şehîdên me yên serbilind bi dest ve heye, ku mistehîl e xelkê Kurdistanê di bin çi givaştin û gefekê de destan ji mafên xwe yên rewa berde.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Yek ji serweriyên mezin ên gelê Kurdistanê ku herdem cihê şanaziya me ye serhildana seranserî ya gelê Kurdistanê ye, ku tevaya pêkhateyên gelê me tevlî wê bûn û ji encamê yekrêzî û hevgirtina gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî me karî Herêma Kurdistanê ji stem û dagirkirinê azad bikin û ji encamê hilbijartineke azad û demokrasî jî, Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûn.”
شکۆدار بێت ساڵیادی ڕاپەڕینی ئاداری 1991، ساڵیادی ئازادبوون لە ستەم و داگیرکاری.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 5, 2025
ڕاپەڕین یەکێکە لە سەروەرییە مەزنەکانمان، کە هەمیشە مایەی سەربەرزیمانە. pic.twitter.com/uQT5pfVbJ5
Tekista Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkeftina salvegera 34ê ya serhildana xelkê Kurdistanê:
Di salvegera 34ê ya serhildana Adara 1991ê ya xelkê Kurdistanê de, ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya Kurdistaniyan û Pêşmergeyên qehreman û binemalên serbilind ên şehîdan dikim.
Yek ji serweriyên mezin ên gelê Kurdistanê ku herdem cihê şanaziya me ye serhildana seranserî ya gelê Kurdistanê ye, ku tevaya pêkhateyên gelê me tevlî wê bûn û ji encamê yekrêzî û hevgirtina gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî me karî Herêma Kurdistanê ji stem û dagirkirinê azad bikin û ji encamê hilbijartineke azad û demokrasî jî, Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûn.
Îro ku em vê serhildana mezin û şkodar li bîr tînin, ji her demekê zêdetir pêdivîtiya me bi yekrêzî û hevhelwestiyê li ser berevanîkirina ji qewareya destûrî û dezgehên qanûnî û destûrî yên Herêma Kurdistanê û wan destkeftiyên bi xebat û qurbanîdan û canfedayîya Pêşmergeyên qehreman û xwîna geş a şehîdên me yên serbilind bi dest ve heye, ku mistehîl e xelkê Kurdistanê di bin çi givaştin û gefekê de destan ji mafên xwe yên rewa berde.
Salvegera serhildana Adara 1991ê şkodar be.
Silav li canê pakij ê şehîdên serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê.