Trump: Ukrayna û Rûsya amade ne şerî rawestînin

Reuters: Zelenskyy bo îmzakirina lihevkirina kanzayan vedigere Koçka Spî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê radigehîne, niha dema wê yekê hatiye ku wî şerê dînane rawestînin, Ukrayna û Rûsya jî ji bo wê bizavê amade ne. Herwesa dibêje, “Ukrayna li ser îmzakirina lihevkirinnameya kanzayan razî bûye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 05.03.2025) di gotarekê de li beranberî Kongirêsa welatê xwe ragehand ku, nameyek ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ve gehiştiye wî, ku amadebûna xwe ji bo danûstandinên bi Rûsyayê re diyar dike.

Di nameya Zelenskyy de hatiye, “Ukrayna amade ye dest bi danûstandinên bi Rûsyayê re bike, ji bo ku bi zûtirîn dem şer bê bidawîanîn. Çi aliyek ji Ukraynayê zêdetir aştiyê naxwaze.”

Donald Trump amaje jî da ku, bi Rûsyayê re bi awayekî cidî li ser xetê ye û ji aliyê Moskoyê jî ve amadeyî ji bo aştiyê heye. Navbirî herwesa got, “Ukrayna amade ye ku lihevkirinnameya kanzayan bi Amerîkayê re îmza bike.”

Ajansa Reutersê herwesa parve kiriye, “Biryar e Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo îmzakirina wê lihevkirinnameyê li roja Înê vegere Amerîkayê.”

Serokê Amerîkayê amaje jî da, dema wê yekê hatiye ku wî şerê dînane rawestînin, ji bo vê yekê jî divê her du welat amade bin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy duhî (Sêşem, 04.03.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ji bo berqerarkirina aştiyê, em amade ne li jêr serkirdetiya Trump kar bikin. Herwesa çi yek ji me şerekî bêdawî naxwaze.”

Volodymyr Zelenskyy amaje jî da, “Ukrayna amade ye bi zûtirîn dem ji bo berqerakirina aştiyeke berdewam bê ser maseya danûstandinan, herwesa em amade ne ji bo bidawîanîna şerê Ukrayna û Rûsyayê bi lez kar bikin.”

Ev daxuyaniyên Zelenskyy di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 04.03.2025) hemî alîkariyên serbazî ji bo Ukraynayê rawestandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment