Nêçîrvan Barzanî: Federalî û bandora îro ya Kurdistanê berhemê serhildanê ye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, federalî û destkeftiyên destûrî û amadeyî û bandora îro ya Kurdistanê berhemê serhildana sala 1991ê ya gelê Kurdistanê ye. Serok Nêçîrvan pêdivî jî dibîne ku, hemî bi hev re ji bo parastina destkeftiyan kar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 05.03.2025) di peyamekê de bi helkeftina salvegera 34ê ya serhildanê pîrozbahiyê li “malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevaya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve” kir.

Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Serhildan westgeheke dîrokî û çarenivîssaz û xwesteka pûlayî ya Kurdistaniyan di rûbirûbûna diktatorî û stemkariyê de bû. Gelê Kurdistanê bi baweriyeke mukom bi dadperweriya doza xwe, yekrêz û hevgirtî, li ser bingeha azadî, şko û dadperweriyê serê xwe hilda û deriyê xwe ji bo paşerojeke nû vekir. Berhemê xebateke dûr û dirêj û qurbanîdana mezin a Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê bû, ber bi çespandina mafên xwe yên rewa yên di Îraqa nû de.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Federalî û destkeftiyên destûrî û amadeyî û bandora îro ya Kurdistanê berhemên vê serhildana mezin in. Lewma parastina destkeftiyan û misogerkirina mafên nifşên me yên paşerojê bi yekrêzî, hevgirtin û hevfêmkirina hemî hêz û pêkhateyan tê kirin. Rewşa herêmî û qebxwaziyên navxwe û derve ji me tevan dixwazin ku em bi canê berpirsyarîtiya hevpar kar bikin, ji dersên borî fêr bibin û berjewendiya giştî ya gelê xwe biparêzin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo salvegera serhildanê

Em îro bi şkodarî 34 saliya serhildana Adara 1991ê li bîr tînin. Ez bi vê helkeftinê pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevaya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dikim.

Serhildan westgeheke dîrokî û çarenivîssaz û xwesteka pûlayî ya Kurdistaniyan di rûbirûbûna diktatorî û stemkariyê de bû. Gelê Kurdistanê bi baweriyeke mukom bi dadperweriya doza xwe, yekrêz û hevgirtî, li ser bingeha azadî, şko û dadperweriyê serê xwe hilda û deriyê xwe ji bo paşerojeke nû vekir. Berhemê xebateke dûr û dirêj û qurbanîdana mezin a Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê bû, ber bi çespandina mafên xwe yên rewa yên di Îraqa nû de.

Federalî û destkeftiyên destûrî û amadeyî û bandora îro ya Kurdistanê berhemên vê serhildana mezin in. Lewma parastina destkeftiyan û misogerkirina mafên nifşên me yên paşerojê bi yekrêzî, hevgirtin û hevfêmkirina hemî hêz û pêkhateyan tê kirin. Rewşa herêmî û qebxwaziyên navxwe û derve ji me tevan dixwazin ku em bi canê berpirsyarîtiya hevpar kar bikin, ji dersên borî fêr bibin û berjewendiya giştî ya gelê xwe biparêzin.

Em di vê helkeftina pîroz de tekez dikin ku, em li ser karkirina ji bo bicihanîna armancên bilind ên serhildanê û xebata aştiyane û diplomasî ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê berdewam dibin. Ji bo ku em xwestek û hêviyên Kurdistaniyan ji bo paşerojeke baştir û pêşkeftinê bi cih bînin, divê em bingehên pêkvejiyana aştiyane, bihêzkirina çanda hevpejirandinê, çespandina demokrasiyê û karê hevpar bi canê berpirsyarîtiya niştîmanî mukom bikin. Hemî, nifşên piştî serhildanê, nifşên niha û yên paşerojê jî divê bi rêz û mifawergirtina ji ya borî, bi bawerî û hêvî ve ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin.

Silav li canê pakij ê şehîdên serhildanê û hemî şehîdên Kurdistanê.

Her bilind û şkodar be bîranîna serhildanê.

 
 
Fly Erbil Advertisment