Wezareta Petrola Federal, Wezareta Samanên Sirûştî û AKPIKUR sibe dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe 6ê Adarê Wezareta Petrola Iraqê, Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompaniya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (APIKUR) bicivin. Li gorî Reutersê, armanca civînê lihevkirina li ser hinardekirina petrolê ye.
Sê jêderan ji “Reuters” re ragihandin, danûstandinên bilezkirina destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo roja sibe pêncşemê, ji ber nakokiyên di navbera kompaniyên petrolê û Wezareta Petrolê ya Federal de, hat paşxistin, bi taybetî derbarê çawaniya dayîna pereyên kompaniyên biyanî.
Di civîna Yekşema borî ya di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê (Apikur) de, kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hejmareke daxwaziyan ji Wezareta Petrolê ya Îraqê hebû, ji bo piroseya dubare hinardekirina petrolê.
Ew daxwazî jî ev bûn; gerentîkirina dana 16 dolaran ji bo xerciya derxistina petrolê, îmzakirina lihevkirinekê di navbera wan de û dana qerzên kompaniyan. Tevî ku şanda Wezareta Petrolê ragehandibû ku, dê daxwaziyên xwe biriban rûniştina Civata Wezîrên Îraqê û dê li wê derê biryar li ser daba, lê di rûniştina îro de jî behsa wan nehat kirin.
Ji aliyekî din ve, Tirkiye li bendê ye ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike. Di vê derbarê de, Birîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Bassim Mihemed got, Li gor peyama herî dawî ku gihîştiye wan, hikûmeta Tirkiyê ji wan re gotiye ku bendera Ceyhanê amade ye petrola Herêma Kurdistanê werbigire.
Bassim Mihemed got, hemû amadekarî bidawî bûne û ew niha li benda ronahiya kesk in ji bo hinardekirina petrolê.
Li gorî girêbesta kompaniya bi BP re, divê di nava salekê heta sê salan de, berhemanîna petrolê li kêlgehên Kerkûkê bigihe 420 hezar bermîlan û ew jî bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê were hinardekirin.