Ji ber barîna berfê hêlên elektrîkê yên Rûbarokê qut bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Heftiya borî ji ber barîna berfa zêde û ba û bahozê, hêlên elektrîkê yên bajarokê Rûbarokê li Şemzînanê qut bûn û welatî bê elektrîk man. 

Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê dikeve sêgoşeya sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, ji Bilindtirîn deverên zîncîreya Zagrosan tê hejmartin. Li devera Bêsosinê ku dikeve navbera Şemzînan û bajarokê Rûbarokê, îsal bi metreyan befir bariye. 

Piştî rawestana berfê tîmên elektrîkê xwe gihandin cihê qutbûnê û hilkişiyan stûnên elektrîkê, da ku hêlên qut bûne bibestin. Tîmên elektrîkê, li bilindahiya 3 hezar metreyan, 30 pile jêr sifrê karên xwe kirin. 

Berpirsê Beşê Şemzînanê yê Kompaniya Elektrîkê Erkan Çakirbeylî got: “Em li navçeya Şemzînanê, devera Bêsosinê bi tîma xwe hewl didin, qutbûna elektrîkê çareser bikin.”

Herwiha got: “Ev der digihe 2900-3000 metreyan. Tîmên me berf û qeşayên ser stûn û hêlên elektrîkê radikin û kêmasiyê çareser dikin. Rewşa hewayê zehmet be jî, em hewl didin elektrîka bênavber bigihînin welatiyan.”

 
Fly Erbil Advertisment