Civîna Wezareta Petrolê û Wezareta Samanên Xwezayî û Apikurê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Peymanêrê K24ê dibêje, “Civîna sêalî ya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Kurdistanê bê encam bidawî hat."
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Pêncşem, 06.03.2025) got, “Berî demeke kêm civîna sêalî ya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê, Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê yên Kurdistanê bidawî hat.”
Dîlan Barzan herwesa got, “Ew arêşeyên di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Apikurê de hebûn wekî xwe man û nehatin çarekirin, xasma jî ku niha Wezareta Petrolê ya Îraqê daxwaziyeke din ji kompaniyên petrolê kiriye, ku dixwaze pareke petrola Besreyê bi rêya benderê Ceyhanê hinardeyî derve bike.”
Navbirî amaje jî da, “Wezareta Petrolê ya Îraqê di derheqa hinardekirina petrola Besreyê bi rêya benderê Ceyhanê de du sedem berçav kirin. Sedema yekê; ji ber metirsiya êrîşên serbazî bo ser zeviyên petrolê yên wê parêzgehê. A duyê; ew 300 hezar bermîlên ku lihevkirin li ser hatiye kirin ku bên hinardekirin, tenê 185 hezar ji wan tên hinaderkirin û 115 hezaran jî Herêma Kurdistanê ji bo pêdivîtiyên navxwe bi kar tîne, petrola Besreyê her bi wê hejmarê bi rêya wê boriyê bê hinardekirin.”
Peyamnêrê K24ê ron jî kir, “Kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi wê daxwaza Wezareta Petrolê ya Îraqê razî nebûne. Herwesa Wezareta Petrolê ya Îraqê daxwaziyeke din jî ji Apikurê hebû, ew jî; daxwaz jê kiriye ku li şûna pereyî ji bo dana xerciyên derxistina petrolê, tevlî peymanan bikin an jî bireke petrolê li beranberî wî karî bi wan bidin, lê wan kompaniyan ew daxwazî jî red kiriye.”
Li dû zanyarên K24ê, tê çaverêkirin ku di gereke din a civîna navbera wan de ku heftiya bê tê kirin, desthilatên wê kompaniya navdewletî ya şêwirmendî bê destnîşankirin, ku nirxê dawiyê yê derxistin û hinardekirina petrolê diyar dike.