Brîtanya bo piroseya aştiyê ya Ukraynayê peywendiyê bi 20 welatan girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Brîtanyayê radigehîne, “Brîtanya ji bo merema piroseya aştiyê ya Ukraynayê peywendî bi nêzî 20 welatan kiriye, ji bo ku hemî piştevanên piroseya ragehandina agirbestê bin.”

Berpirsekî Brîtanyayê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin îro (Pêncşem, 06.03.2025) ji ajansa France Pressê re got, “Berpirsên Brîtanyayê bi nêzî 20 welatan re, ku dixwazin tevlî piroseya aştiyê ya Ukraynayê bibin, danûstandin kirine.”

Wî berpirsî amaje jî da, “Ew civîn duhî hat lidarxistin, piraniya welatên Ewropayî tevlî wê bûn, danûstandin li ser piroseya aştiyê ya Ukraynayê kirin û hemiyan piştevaniya ragehandina agirbestê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de kir.”

Berpirsê jêgotî tekez jî kir, “Ew civîn erênî bû, herwesa Brîtanya pêşwaziya li piştevaniya welatên Ewropayî ji bo tevlîbûna di wê piroseyê de dike.”

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokê Fransayê Emanuel Macron amadebûna xwe ji bo belavkirina hêzên xwe li Ukraynayê ragehand, ew jî bi merema piştrastbûna ji ragehandina agirbestê bi piştevaniya Amerîkayê.

 
Fly Erbil Advertisment