Rêveberiya Xweser: Pêwîstiya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser şerê navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û çekdarên bi ser Serokê Sûriyê yê pêştir Beşar Esed ve ji raya giştî re parve kir. Rêveberiya Xweser di wê daxuyaniyê de tekez kir ku, pêwîstiya Sûriyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye, da ku rêbazên gihandina Sûriyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera hêzên Sûriyê de nîqaş bikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro (În, 07.03.2025) li ser şerê navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û çekdarên bi ser Serokê Sûriyeyê yê pêştir Beşar Esed ve daxuyaniyek parve kir û tê de ragehand, “Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedem ku komkujî bi serê gelê me yê Sûriyê de, pêk werin.”
Rêveberiya Xweser herwesa gotiye, “Em metirsî û xemgîniya xwe ji ber bûyerên li beravê diqewimin diyar dikin û destnîşan dikin ku, sedema vê aloziyê xwendina nerast ji rastiya Sûriyê ji aliyê desthilatdarên Şamê ve ye û ji ber hestiyariya rewşa Sûriyê di ber çavan re nehat derbaskirin bi taybet pirrengiya pêkhate û mezheban.”
Rêveberiya navirî tekez jî kiriye, “Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilmendî û xweragiriyê tevbigerin û vê aloziyê ku dê bibe sedem ku dûrketina di navbera hêzên niştimanî yên Sûriyê de zêdetir bibe, rawestînin û tenê gelê Sûriyê dê hesabê van nakokiyan bide.”
Her wê rêveberiyê amaje jî daye, “Me gelek caran teqez kir ku pêwîstiya Sûriyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye, da ku rêbazên gihandina Sûriyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera hêzên Sûriyê de nîqaş bikin.”
Ev jî tekista daxuyaniya Rêveberiya Xweser e:
Li Sûriyê û nexasim li berava wê asta şerê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û gurûpên leşkerî yên li beravê de, bilind dibin.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di dema ku em metirsî û xemgîniya xwe ji ber bûyerên li beravê diqewimin diyar dikin û destnîşan dikin ku sedema vê aloziyê xwendina nerast ji rastiya Sûriyê ji aliyê desthilatdarên Şamê ve ye û ji ber hestiyariya rewşa Sûriyê di ber çavan re nehat derbaskirin bi taybet pirrengiya pêkhate û mezheban. Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedema ku komkujî bi serê gelê me yê Sûriyê de, pêk werin.
Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilmendî û xweragiriyê tevbigerin û vê aloziyê ku dê bibe sedem ku dûrketina di navbera hêzên niştimanî yên Sûriyê de zêdetir bibe, rawestînin û tenê gelê Sûriyê dê hesabê van nakokiyan bide.
Me gelek caran teqez kir ku pêwîstiya Sûriyê bi diyalogeke niştimanî rast heye da ku rêbazên gihandina Sûriyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera hêzên Sûriyê de, nîqaş bikin. Me ragihand ku ev çareserî û rêya avakirina Sûriyeke ku hêvî û xwestekên gelê Sûriyê ji hemû pêkhate û mezheban pêk tîne.
Careke din em banga rawestandina şer dikin û berê xwe bidin diyalogê. Her wiha em bag li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku li pey kesên dixwazin şerekî navxweyî li welatê me Sûriyê derxîne, nekevin. Emê hemû winda bibin û dijminên me ku vê yekê li Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe, keysbaz dikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
7`ê Adara 2025`an