Îro 34 sal bi ser serhildana bajarê Silêmaniyê re derbaz bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rojekê wekî îro de li sala 1991ê, welatiyan bajarê Silêmaniyê serhildaneke cemawerî li dijî Rijêma Beis kir û bajarê xwe ji qirêja wê rijêmê pakij kir.
Xelkê Silêmaniyê li roja 07.03.1991ê dest bi leqandina textê diktatoriyê li bajarê xwe kir, û tenê di dema du rojan de bajarê xwe ji Rijêma Beis pakij kir.
Fîşeka yekê li bajarê Silêmaniyê li Serçinarê hat avêtin û xelkî bi piştevaniya Pêşmergeyan bingeha polîsên Hamiye û Serayê azad kir.
Di wê rojê de sîmayê çiyayan bi Pêşmergeyan ve diyar bû, dayikên şehîdan sirûda Ey Şehîdan digot, li roja 08.03.1991ê Emna Sor û Serbazgeha Selamê hatin kontirolkirin.
Di serhildana Silêmaniyê de, bi hezaran serbazan xwe da destê serhildêran û parêzger û bi dehan piledar jî hatin kuştin.