Elî Qeredaxî bo Ehmed Şera: Hûn xwediyên hîkmetê ne û hejî serkirdetiyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê di nameyekê de ji Ehmed Şera re dibêje, “We di dema borî de selimand ku hûn xwediyên hîkmetê ne û hejî serkirdetiyê ne.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê Elî Qeredaxî îro(În, 07.03.2025) nameyek arasteyî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera kir û tê de gotiye, “Li dû wê berpirsyarîtiya dîrokî ya li ser milên we, tevî wî emanetê mezin ê di stûyê we de li vê qonaxa dîrokî, ez ji we re dibêjim ku hûn xwediyên hîkmetê ne û hejî serkirdetîkirinê ne.”
Elî Qeredaxî herwesa gotiye, “Hûn gelek baş di manaya dadperweriyê digehin.” Herwesa gotiye, “Civak hemî çavdêriya livînên we dike, û piştevaniya bizavên we ji bo tenahî û ewlehiyê dike.”
Navbirî ron jî kiriye ku, serên rijêma çûyî bizavê ji bo têkdanê dikin û daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku, xwe rabigirin û li ser bersivdana wan bimînin bê ku ew yek bandorê li ser serweriya welatî bike û zilm edaletê ji bin bibe.
Elî Qeredaxî eşkere jî kiriye, “Rûdanên vê dawiyê wê yekê diselimînin ku bizavên xirş ji bo vegerandina dûpişkên serdem hene, lê em piştrast in ku hûn haydarî vê pilanê ne û hûn tê digehînin ku divê bersivdan jîrane be.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê herwesa gotiye, “Pilangêrî dê bişkê, hêza dewletê wehmên wan kesan bidawî tîne yên ku ewlehiya welatî û paşerojê dikin armanc.”