Sibe alîkariya Serokê Hikûmetê li ser rizgarbûyîyên Êzidî tê parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe (Şemî, 08.03.2025) dest bi parvekirina alîkariya meha Şibatê ya îsal li ser wan Êzidiyên tê kirin, ên ku ji bin destê DAIŞê rizgar bûne, ku dibe alîkariya pêncê li ser wan tê parvekirin.
Biryara dana vê alîkariyê ji bo meha Mijdarê ya sala borî vedigere, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wî ji bo sê hezar û 574 kesên Êzidî dabîn kir, xasma jî ji bo wan ên ku ji bin destê DAIŞê raizgar bûne.
Ji sibe ve dest bi parvekirina vê alîkariyê tê kirin, ku ji bo her rizgarbûyîyekî 200 hezar dînar tên dan. Ew alîkarî wan hemî rizgarbûyîyan vedigire yên ku li navxweya Herêma Kurdistanê, an jî yên ku çûne derveyê Herêma Kurdistanê û bi rêya wekîlên wan bi wan tên dan.
Li dû wê lîsta ji bo wê parvekirinê hatiye belavkirin, ew alîkarî dê ji sibe heta roja Çarşemê li qezaya Şêxan, bingeha Lalişê, komelgeha Şaryayê, nahyeya Xankê û komelgeha Dêrebûnê tê parvekirin.