Şera ji paşmayên Esed re: We tawaneke mezin kir û em li we xweş nabin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera dibêje: “Divê paşmayên rêjîma Esed çekên xwe radest bikin. Herwiha got: “Paşmahiyên Esed tawaneke mezin kirine û em li wan xweş nabin.”
Şera duh 7ê Sibatê di gotarekê de got: “Tu metirsî li ser welatê me nîne û welatê me yekgirtî ye. Di rojên dawî de paşmayên Esed dixwestin Sûriyeya nû taqî bikin."
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê got, divê paşmahîyên rejîma Esed çekên xwe radest bikin. Kî tawanan li dijî xelkê bike, û yê ku bixwaze ewlehî û aştiya sivîl têk bide, emê wan bînin ber dadgeheke dadperwerane.
Tekez kir jî: “Em ê berdewam bin li ser sînorkirina çekan di destê dewletê de û em ti çekên bê kontrol li Sûriyeyê nahêlin.”
Şera got jî, paşmayên Esed tawaneke mezin kirine û ew li kesî xweş nabin. Wan bersivek wergirtin, ji ber vê divê bilez ew xwe û çekên xwe radest bikin berî ku pir dereng bibe.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê amaje bi wê jî kir: “Di Sûriyeya nû de ti cudahî di navbera hikûmet û gel de nîne, parastina welat erkê her kesî ye.”
Li peravên Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Roja Pêncşemî 6ê Adara 2025an jî, li Laziqiyê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketin.
Di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) duh Înê 7ê Adara 2025an ragihand, di encama aloziya li Laziqiyê de, 136 Elewî li Laziqiyê bi guleyan hatine kuştin.