Koşka Sipî: Em dikarin bi rêya leşkerî yan bi danûstandinan bi Îranê re tevbigerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî li ser redkirina banga Donald Trump a ji bo danûstandinên li ser bernameya otomî ya Îranê, bersiva Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê di hevpeyvîna xwe ya bi “Fox Business” re got, ew dixwaze derbarê bernameya çekên otomî de lihevkirinekê bike.
Trump got: “Min nameyek ji rêberê Îranê re şand, ji bo danûstandinan li ser rêkeftinê bikin.” Herwiha hêviya xwe ji bo danûstandina li ser bernameya çekên atomî bi Îranê re nîşan da.
Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Sipî Brian Hughes îro 9ê Adarê di daxuyaniyekê de got: “Em hêvîdar in ku hikûmeta Îranê berjewendiyên gelê xwe û rêjîma xwe di ser terorê re deyne.”
Hughes derbarê pêngava bê ya rêveberiya Trump bi Îranê re got: “Ev dikare bi rêya leşkerî an bi danûstandinan were kirin.”
Daxuyaniya Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Koşka Sipî piştî gotinên Rêberê Îranê Elî Xamineyî tê. Xamineyî duh Şemiyê gotibû, welatên ku banga danûstandinan dikin, naxwazin pirsgirêkan çareser bikin, tenê dixwazin xwe ferz bikin, ji ber vê yekê Tehran ti carî bi daxwazên hilweşandina bernameya xwe ya atomî razî nabe.