Ehmed Şera: Tiştê niha li welat diqewime pêşbînîkirî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera got, tiştê îro li Sûriyeyê diqewime, pêşbînîkirî bû û daxwaza parastina aştiya sivîl û yekîtiya niştimanî kir.
Şera îro 9ê Adarê di axaftina xwe ya piştî nimêja Berbangê li Mizgefta El-Ekram a li Şamê de got: “Bi qasî ku ji destê me tê, em dikarin li Sûriyeyê bi hev re bijîn û heta ku şoreş ji mizgeftan derkeve, ti tirs li ser Sûriyeyê namîne.”
Herwiha got: “Tiştê ku niha li welat diqewime, di nav kêşeyên pêşbînîkirî de bû. Em bang li Sûriyan dikin ku piştrast bin ku Sûriye xwedî şiyanên jiyanê ye.”
Şer û opevçûn ji roja Pêncşema borî ve li devera beravên Sûriyeyê ji berdewam e, ew jî piştî zincîrek êrîşên paşmayên rêjîma Esed li ser hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.
Roja Şemiyê, desthilatên Sûriyeyê hêzên ewlehiyê li parêzgehên beravêli rojavayê welêt bicih kirin û kontrola xwe li ser deverên ku tê de tundûtûjî rû dabû sepand.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro di daxuyaniyekê de ragihand, “hejmara kuştiyan heta êvara Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”
Parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê, herêmên herî diyar ên ku Elewî lê dijîn ne, ji bilî hin herêmên din ên li Hums, Hama û gundewarê Şamê.
Hejmara Elewiyan li Sûriyeyê nêzîkî 1.7 milyon kes e û ji sedî 9ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin. Di serdema Serokê Sûriyeyê Hafiz Esed û kurê wî Beşar de, Elewî wek stûneke bingehîn a desthilatdariyê dihatin hejmartin ku postên sereke yên di sektora giştî û saziyên leşkerî û ewlehiyê de werdigirtin.