Sendîkaya Rojnamevanan: Girtina rojnamevan Beşdar Baziyanî binpêkirineke berçav a qanûnê ye

Beşdar Baziyanî
Beşdar Baziyanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê îro (Yekşem, 09.03.2025) di ragehandinekê de girtina rojnamevan Beşdar Baziyanî ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve şermezar kir.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê tekez kir, “Girtina rojnamevan Beşdar Baziyanî ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve bê haydarkirina pêşwext û bê biryara dadgehê binpêkirina qanûna karê rojnamevaniyê ye.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Nedana rêyê ku kesûkarên wî serdana wî bikin binpêkirineke berçav a qanûnê ye û ji rêzgirtina li bingehên azadiya dîtin û nerînan û rojnamevaniyê dûr e.”

Rojnamevan Beşdar Baziyanî li roja Înê (28.02.2025) bi sê hevkarên xwe re ji aliyê hêzên Asayîşa Silêmaniyê ve hat girtin, paştir hevkarên wî hatin azadkirin lê ew bi xwe heta niha di zindanê de maye.

 
Fly Erbil Advertisment