Nûnerê Trump bo Karûbarên Revandiyan: Civîna me ya bi Hemasê re erênî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Trump ji bo Karûbarên Revandiyan civîna xwe ya bi Hemasê re erênî wesifand û got, “Me bi Hemasê re behsa agirbesteke demdirêj kir.”
Nûnerê Trump ji bo Karûbarên Revandiyan Adam Boler îro (Yekşem, 09.03.2025) ji kanala Erebiye re ragehand, “Civîna me ya bi Tevgera Hemasê re li ser azadkirina revandiyan û destpêkirina qonaxa duyê ya agirbesta Xezzeyê erênî bû.”
Adam Boler tekez jî kir ku, armanca wan ew e danûstandin û hevfêmkirinên bi Hemasê re berdewam bikin, bi wê meremê ku li ser azadkirina revandiyan û agirbesta Xezzeyê bigehin lihevkirinekê.
Navbirî herwesa amaje da helwesta Amerîkyê di derheqa şerê Xezzeyê de û got, “Amerîka pabendî bidawîanîna şerê Xezzeyê û azadkirina hemî revandiyan e.”
Nûnerê Trump her di derheqa civîna xwe ya li gel Hemasê de ron jî kir ku, bi Hemasê re danûstandin li ser agirbesteke demdirêj kirin ku nehêlana çekan û avedankirina wî kertî vegire.
Adam Boler herwesa got, “Endamên Tevgera Hemasê dikarin wekî her welatiyekî asayî yê Xezzeyê li wî kertî bimînin lê bê çek.” Tekez jî kir, “Divê em bi hev re kar bikin, ji bo ku Hemas careke din xwe çekdar neke.”

Lihevkirina bi Hemasê re
Adam Boler got, “Nêzîk e ku em bi Hemasê re bigehin lihevkirinê, lê em nizanin kengî çê dibe û kengî derbazî qonaxa bicihanînê dibe.” Herwesa got, “Ez dûr nabînim ku em li van nêzîkan bi Tevgera Hemasê re her li ser wê pirsê bicivin.”
Nûnerê Trump ji bo Karûbarên Revandiyan pêştir jî di çavpêkeftinekê de ji kanala CNNê re gotibû, “Mimkin e di çend heftiyên bê de li ser rewşa kertê Xezzeyê tiştek biqewime.”