Rojnameya Le Monde: Rûsya ji serkirdetîkirina Fransayê bo Ewropayê nîgeran e

Rojnameya Le Monde ya Fransayî
Rojnameya Le Monde ya Fransayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Le Monde ya Fransayî îro (Yekşem, 09.03.2025) parve kir, “Piştî ku Emanuel Macron ragehand ku bergiriya Ewropayê bihêz dike, Rûsya ji Fransayê keft gomanê.”

Birêvebera Navenda Rûsya-Orasyayê li Peymenageha Fransayî ya Peywendiyên Navdewletî li Parîsê Natania Kastiuva ji rojnameya Le Monde ya Fransayî re ragehaniye ku, tirsek ji niyeta Ewropayê bo şerî heye.

Ev jî di demekê de ye ku, Rûs bihêvî ne bi bizavên Serokê Amerîkayê Donald Trump ew şer bidawî bê yê ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de heye.

Berî civîna çaverêkirî ya serkirdeyên Ewropayê ku biryar e li roja Sêşema bê bê kirin, Moskoyê Ewropayî bi wê yekê tometbar kirin ku bizavê dikin aloziyan zêde bikin.

Yek ji berpirsên berê yên Berdevka Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) jî ji Le Monde re ragehandiye ku, Fransa dikare rolekî bibandor di bidawîhatina aloziyan de bibîne.

 
Fly Erbil Advertisment