Bo cara yekê Hikûmeta Îraqê bîranîna kîmyabarana Helebceyê dike bêhnvedana fermî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê biryar da ku, roja 16ê vê mahê ji ber bîranîna kîmyabarana Helebceyê li tevaya îraqê bike bêhnvedana fermî.
Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê îro (Duşem, 10.03.2025) ragehand, “Roja Yekşema bê (16.03.2025) li tevaya dezgehên Îraqê dibe bêhnvedana fermî.”
Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê sedema wê biryarê ji bo “salvegera tawanên Rijêma Sedam a Beis li dijî gelê Îraqê, wekî komkujiyên Helebceyê, Enfal, gorên bikom, terorkirina zanayan û armanckirina aliyên siyasî” vegerand.
Sikirtariyeta navbirî amaje jî da, “Ew biryar li dû bendên madeya 1/Yek/L ji qanûna bêhnvedanên fermî ya hejmar 12 a sala 2024ê hatiye dan.
Tevî ku salvegera kîmyabarana Helebceyê li hemî dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê bibîranîn, lê ev cara yekê ye ku Hikûmeta Îraqê wê rojê dike bêhnvedana fermî.
Komkujiya kîmyabarana Helebceyê li roja 16.03.1988ê di rojên dawiyê yên şerê Îran û Îraqê de ji aliyê rijêma Beis ve hat kirin. Zêdetirî pênc hezar welatiyên Kurd ên bêtawan ji jin û zarok û ciwanan di wê komkujiyê de hatin şehîdkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin birîndarkirin.