Li 11 heremên Şirnexê bo dema 15 rojan qedexe hat ragihandin

Diyarbekir (K24) - Li Şirnexê û navçeyên wê li 11 hereman wek Çîyayê Cûdî û çîyayê Gabar, Dolê û Dêrîyê Zêr wek heremên teybet hat nîşandan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Di daxuyanîya parezgehîya Şirnexê de wiha hat gotin:

"Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çîyaye Gabarê alîyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmên Dolê û Kela Memê, Dêrîyê zêr ku dimîne navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera  13 heta 27'ê Adara 2025'an de 13 herêm wekî Herêma Ewlekariya Taybet hatine nîşandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.’’

Pêştir li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî tevaya çalakiyên cuda cuda ji bo dema 15 rojan, ji 27.02.2025an heta 13.03.2025an, hatibûn qedexekirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment