Bi dehan malbatên çekdarên DAIŞê ji kempa Holê tên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi hevahengiya navbera HSD û Hikûmeta Îraqê, bi dehan malbatên çekdarên DAIŞê îro (Çarşem, 12.03.2025) ji kempa Holê ber bi Îraqê ve bi rê keftin.
Birêveberiya Kempa Holê ji medyaya Îraqî re ragehand, “161 malbatên Îraqî, ku ji 607 kesan pêk tên, piştî temambûna rêkaran ji wê kempê derdikevin.”
Birêveberiya navbirî amaje jî da, “Ew malbat bi rêya wan pasan tên veguhastin ên ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatine şandin, herwesa ji aliyê hêzên Amerîkayê ve heta ser sinorê Îraqê tên parastin û ji wê derê jî bo kempa Cedheyê li parêzgeha Neynawayê tên veguhastin.”
Her wê birêveberiyê tekez jî kir, “Hevahengî di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Îraqê de ji bo vegerandina hemî wan Îraqiyan berdewam e yên ku dixwazin vegerin welatê xwe.”
Yek ji xalên lihevkirina di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de ew e ku, hêdî hêdî birêvebirina kempa Holê û sinorê Sûriyeyê yê bi Îraqê re bi Hikûmeta Sûriyeyê tê dan.
Kempa Holê dikeve başûrê bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê, malbatên DAIŞê tê de girtî ne û di bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Piştî nemana Rijêma Esed, Îraqê tirs ji vegeriyana sînaryoya sala 2014ê heye, ku DAIŞê karîbû sêyeka axa Îraqê kontirol bike.
Hejmara şêniyên kempa Holê heta Nîsana sala 2019ê bi 74 hezar kesan hatibû texmînkirin, ku li meha Îlonê ya sala 2019ê amaje bi wê yekê hat dan ku nêzî 20 hezar jin û 50 hezar zarokên malbatên çekdarên DAIŞê li wê kempê hebûn, herwesa ji aliyê 400 çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve zêrevaniya wê kempê tê kirin.
