Israîlê Şam bombebaran kir

Bingeha bombebarankirî ya Şamê
Bingeha bombebarankirî ya Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Asmanî yên Israîlê êrîş kir ser bingeha Tevgera Cîhadî ya Filistînê li Şamê, kuştî û birîndar hene.

Hêzên Asmanî yên Israîlê îro (Pêncşem, 13.03.2025) bingeha Tevgera Cîhadî ya Filistînê li taxa Dumerê ya Şamê bombebaran kir. Tê zanîn ku, heta niha kesek di wê êrîşê de hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz ew êrîş tekîd kir û got, “Sûriye li ser Israîlê nabe gef.”

Ji hingê ve ku rijêma Esed nema, Israîlê çend caran êrîş kiriye ser cebilxaneyên artêşa Sûriyeyê, bi heceta wê yekê ku ihtîmal heye ew çekên ku li wan cebilxaneyan hene ji aliyê çekdarên artêşa Sûriyeyê ve li dijî Israîlê bên bikaranîn.

 
Fly Erbil Advertisment