Cemîl Bayîk: Divê şert û mercên guncayî ji bo lidarxistina kongireya PKKê bên peydakirin

Cemîl Bayîk
Cemîl Bayîk

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê KCKê pêdivî dibîne ku, şert û mercên guncayî ji bo lidarxsitina kongireya PKKê bên peydakirin, lihevkirina HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê jî wekî “destpêkeke baş” binav dike.

Hevserokê Partiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk, ku di eynî demê de yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye jî, di çavpêkeftineke tilevizyonî de behsa piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan kir.

Cemîl Bayîk wekî amajeyek ji bo rawestandina operasyonên serbazî ji aliyê Tirkiyeyê ve ragehand, “Divê şert û mercên taybet pêxemetî lidarxistina kongireya PKKê bên peydakirin. Eger ev yek bê kirin, kongire tê lidarxistin û biryarên Ebdila Ocalan tên bicihanîn.” Eşkere jî kir, “Hin alî li Tirkiyeyê hene, bizavan ji bo peydakirina têkdanê dikin.”

Hevserokê KCKê di derheqa lihevkirina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera de jî got, “Ew lihevkirin destpêkeke baş e.”

Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.

Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment