37 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 16ê Adara 2025an, 37 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin. Şopên gaza kujer ya ku rejîma Beis li dijî xelkê bajêr bikar anîbû, hîn jî li ser laşê xelkê xuya dike û gelek birînên qurbaniyan baş nebûne û azarê dikişînin.

Di rojeke wek îro di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.

Li gor amaran 68% ji qurbaniyan, temenê wan di bin 18 saliyê de bûn û piştî kîmyabaranê, 198 gund ji koma 216 gundan bi temamî wêran bûne. Sewalkarî, çandinî û çavkaniyên xwezayî yên herêmê jî %100 zirar dîtine.

Di heman demê de ji ber ku welatiyan ji bo rizgarbûna ji gaza kîmyayî berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 211 zarok ji 74 malbatan winda bûne.

Zêdetirî sê dehsalan derbas bûne, 900 ji birîndar hîn jî di bin bandora gazên kîmyewî de mane. Rêjeya beravêtina zarokan 14 caran ji rewşa asayî zêdetir bûye. Herwiha nexweşên penceşêra kolonê 10 qat û nexweşiyên dil jî 4 caran di nav xelkê Helebce de zêde bûne.

Heta niha bi dehan berketiyên kîmyabaranê, birînên wan derman nebûne û beşek ji wan berdewam dermanan dixwin û serdana nexweşxaneyên li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.

Tevî ku Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya asayî ya di 17’ê Adara 2011’an de, jenosîda Helebceyê nas kir, herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Iraqê jî kîmyabarana Helebçeyê weke jenosîd nas kir, lê heta niha hikûmetên li pey hev ên Iraqê ku weke şûngirên rejîma berê ne, amade nebûn ku qerebûkirina welatiyên Helebce bidin.

Îro di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de, Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê, parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat, îro çend xulekan bêdeng radiwestin û bi hejmarek çalakî şehîd û qurbaniyan bibîrtînin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment