Zêdetir ji 220 gorên bikomî li Iraqê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Rejîma berê ya Seddam Husên gelek tawan li dijî gelê Iraqê û kurdan pêk anîn, ji wan jî komkujiya Helebce û Enfalê, gorên komî, serhildana Şebanê, kuştina zaneyan û lêdana partiyên siyasî.

Rêveberê Giştî yê Saziya Gorên Bikomî Ziya Kerîm ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: “Du cure gorên bikomî hene. Ya yekem, berî sala 2003an e ku ji encama tawanên rêjîma Beis e. Ya din jî, piştî 2014an e ku tawanên rêxistinên terorist in.”

Ziya Kerîm got jî: “Hîn jî tedbîrên dadwerî û hikûmî li hember encamderên van tawanan têne girtin, ku bûne şermek di dîroka wê rejîma tawankar de.”

Da zanîn jî: “Hejmara giştî ya gorên komî li Iraqê gihiştiye 221 gorên bikomî, ji wan 96 ji bo rêjîma Beis û 125 jî yên serdema DAIŞê ne.”

Diyar kir jî, hejmara giştî ya gorên bikomî yên hatine kolandin 134 e. 80 gorên komî yên rejîma Beis û 54 gorên bikomî jî yên rejîma DAIŞ’ê ne. Hejmara gorên komî yên ku heta niha nehatine kolandin 87 e, 16 ji wan vedigire rejîma Beis û 71 gorên komî yên DAIŞê ne.”

Ziya Kerîm got: “Hejmara termên ku hatine bidestxistin gihiştiye 7709 kesan. 4451 term yên rêjîma Beis in û 3258 term jî yên serdema DAIŞê ne.”

Şirovekarê siyasî Elî Temîmî dibêje, divê Iraq beşdarî yasaya Roma ya Dadgeha Tawanan a Navdewletî bibe, da ku berpirsatiya navdewletî ji berpirsên tawanên Iraqê ji sala 2003ê ve bigre û hemû tawanbaran bêne darizandin.