Dîndar Zêbarî: Îraq bizavê nake Kîmyabarana Helebceyê wekî jenosîd bide nasandin

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Îraqê heta niha qebûl nekiriye mûçeyên şehîdan ji bo pênc hezar şehîdên Helebceyê dabîn bike.”

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Yekşem, 16.03.2025) taybet ji K24ê re ragehand, “Ji sala 2013ê ve pirojeya qanûna qerebûkirina Helebceyê ji bo Civata Nûnerên Îraqê hatiye şandin lê heta niha jî nehatiye pejirandin.”

Dîndar Zêbarî herwesa amaje da, “Hikûmeta Îraqê heta niha qebûl nekiriye mûçeyên şehîdan ji bo pênc hezar şehîdên Helebceyê dabîn bike.”

Navbirî herwesa ragehand, “Îraq li ser astê navdewletî ji bo nasandina Enfalan û kîmyabarankirina gelê Kurd wekî jenosîd bizavê nake.”

Îro salvegera 37ê ya Kîmyabarankirina Helebceyê ye, ku heta niha jî şûnwarên wan gazên kujek ên ku li dijî xelkê wî bajarî ji aliyê rijêma Beis ve hatibûn bikaranîn li ser laşê xelkî diyar e û birînên gelek ji qurbaniyan jî çare nebûne û hêşta ji ber azarên xwe dinalin.