Mesrûr Barzanî: Em bi Bafil Talebanî re li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke hevgirtî hevnerîn bûn

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me bi Bafil Talebanî re danûstandin li ser pêkanîna Kabîneya Dehê kirin.” Herwesa dibêje, “Me her du aliyan civînên xwe bi awayekî erênî helsengandin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 16.03.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Me îro pêşwaziya rêzdar Bafil Talebanî kir û me danûstandin li ser pêngav û rêkarên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa di wê peyama xwe de gotiye, “Me her du aliyan civînên xwe bi awayekî erênî helsengandin û em li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz û hevgirtî û xizmetkar hevnerîn bûn.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 16.03.2025) pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî kir.

Piştî civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî, her du aliyan di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku ew civîn gelek baş bû û bi awayekî erênî derbaz bû.

 
Fly Erbil Advertisment