Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê gehişt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bi serdaneke fermî gehişt Hewlêra paytext.”

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 16.03.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar bi hevaltiya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê û şandeke bilind re bi serdaneke fermî gehişt Hewlêrê.”

Fermangeha Peywendiyên Derve amaje jî da, “Ew şand ji aliyê Wezîrê Karebê û Samanên Xwezayî bi wekalet Kemal Mihemed, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Muhsin Dizeyî û Birêveberê Karûbarên Tikriyeyê li Fermangeha Pêşwaziyan Hoşeng Ehmed hat pêşwazîkirin.”

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Biryar e Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.”

 
Fly Erbil Advertisment