Hûsiyan êrîş kir ser keştiya balafirhelgir a Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyan ji bo cara duyê di dema 24 seetan de êrîş kir ser keştiya balafirhelgir a Amerîkayî USS Harry S. Truman.

Hûsyên Yemenê serê sibeha îro (Duşem, 17.03.2025) ragehand ku, ji bo cara duyê di dema 24 seetan de êrîş kir ser keştiya balafirhelgir a Amerîkayî USS Harry S. Trumanê li bakurê Deryaya Sor.

Berdevkê Artêşa Hûsiyan Yehya Serîh di beyannameyekê de ragehand, “Hûsiyan bi hejmareke moşekên balistî û kiroz û dronan êrîş kir ser keştiyeke balafirhelgir.”

Berdevkê Artêşa Hûsiyan ron jî kir, “Hêzên çekdar ên girêdayî Hûsiyan di pûçkirina êrîşeke dijminî de serkeftî bûn, ku niyeta wan hebû êrîş kiriba ser welatê me.”

Yehya Serîh tekîd jî kir ku, hêzên koma wî li ser bicihanîna wan daxuyaniyan berdewam dibin, ku serokê wê komê Ebdilmelik Hûsî di derheqa berdewamiya êrîşkirina li ser Amerîkayê de dane, heta wê demê ku Amerîka destdirêjiyên xwe li ser Yemenê radiwestîne.

Navbirî herwesa berdewamiya qedexekirina derbazbûna keştiyên Israîlî di devera operasyonên Deryaya Sor û Deryaya Erebî û Tengava Bab Mendebê re tekez kir, heta dorpêça li ser kertê Xezzeyê tê rakirin.

Tevgera Ensarulahê ya Yemenê (Hûsî) li danê êvarê yê roja Yekşemê ragehand ku, êrîş kiriye ser keştiya balafirhelgir a Amerîkayê USS Haryy S. Truman û keştiyên wê yên şerî li bakurê Deryaya Sor.

Rêberê Tevgera Hûsiyên Yemenê li danê êvarê yê roja Yekşemê gef li Amerîkayê kirin, piştî êrîşên giran ên Amerîkayê ku cihên wê koma hevpeymana Îranê kirin armanc.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, Amerîka berdewam êrîşan dike ser Hûsiyên Yemenê, heta wê demê ku Hûsî destan ji êrîşkirina li ser keştî û berjewendiyên Amerîkayê û keştîvaniya cîhanî berdidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Şemiya borî ferman li artêşa welatê xwe kir ku, li dijî Hûsiyan li Yemenê dest bi helmeteke serbazî ya giran û yekalîker bike. Trump herwesa Hûsî bi êrîşa terorsitî û çetetiya deryayî li dijî keştî û balafirên Amerîkayê li deverê tometbar kirin.