Almanya bi gojimê zêdetirî 300 milyon dolaran alîkariya Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Almanyayê radigehîne ku, bi rêya Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinan nêzî 326 milyon dolaran wekî alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyeyê dike, nîva wî pereyî jî rasterast ji bo alîkarîkirina welatiyên Sûriyeyê tê dabînkirin.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, ku tevlî konferansa salane ya navdewletî ya Brûkselê ya girêdayî komkirina alîkariyan ji bo Sûriyeyê dibe, îro (Duşem, 17.03.2025) tekez kir, “Almanya bi rêya Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinan nêzî 326 milyon dolaran wekî alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyeyê dike.”
Wezîra Derve ya Almanyayê eşkere jî kir, “Zêdetirî nîva wî pereyî rasterast ji bo alîkarîkirina welatiyên Sûriyeyê tê dabînkirin, bê ku destê Hikûmeta Sûriyeyê bigehe wî pereyî.”
Li dû daxuyaniyên Wezîra Derve ya Almanyayê, ew pere ji bo dabînkirina xwerak û xizmetkariyên tendirustî û cihên penagehên hawarhatinê û pilanên parastinê ji bo piraniya şêniyên bêşiyan tê parvekirin.
Annalena Baerbock amaje jî da, “Ev alîkarî piştevaniya penaberên Sûriyeyê û komelgeha penaberan li Urdin, Libnan, Îraq û Tirkiyeyê dike.” Herwesa ragehand, “Ewropa piştgiriya welatiyên Sûriyeyê dike, wekî Sûriyeyeke serbixwe û aştiyane.”
Wezîra Derve ya Almanyayê herwesa daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dike ku, lêkolînê li ser komkujiya Elewiyan bike û berpirsyarîtiya xwe di wî warî de ragehîne.
Şer û pevçûn li roja Pêncşemê (06.03.2025) li devera beravên Sûriyeyê di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû û alîgirên rijêma Esed de çê bûn.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hejmara kuştiyan heta danê êvarê yê roja Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”