Şandên bilind ên PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) seet 05:00 ê êvara îro (Sêşem, 18.03.2025) li Hewlêrê bicivin.

Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila got, “Ew civîn dê li bingeha serekî ya Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bê kirin, û tewerê serekî yê danûstandinên şandên bilind ên her du aliyan pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Civîna îro ya şandên bilind ên PDK û YNKê piştî civîna pêr (Yekşem, 16.03.2025) ya navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî tê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî wê civînê li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsîbû, “Me pêşwaziya rêzdar Bafil Talebanî kir û me danûstandin li ser pêngav û rêkarên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Me her du aliyan civînên xwe bi awayekî erênî helsengandin û em li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz û hevgirtî û xizmetkar hevnerîn bûn.”

Herwesa dawî civîna PDK û YNKê li roja Çarşema 26ê Şibata 2025ê bû, ku berdewamkirina civîna pêştir bû û li bajarê Silêmaniyê hatibû kirin. Di wê civînê de, reşnivîsa 15 rûpelî hatibû amadekirin ku ji bo karê hevpar û pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bingeh be.