Encûmena Wezîran dicive û sê mijaran gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 19ê Adarê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî diçive.
Li gorî karnameya civînê, di xala yekem de Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed pêşniyara wezaretê ya li ser biryara berê ya Encûmena Wezîran a taybet bi kêmkirina %20 ji cezayên trafîkê heta 6 mehên din bê dirêjkirin, pêşkêş dike.
Xala duyem a civînê jî ji aliyê Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab ve tê pêşkêşkirin, ku girêdayî çareserkirina pirsa karmendên li ser postên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî daîmî û girêbestî kar dikin.
Xala sêyem a civînê jî girêdayî pirsa derçûyên peymangehên bijîşkiya giştî ya zanîngehên hikûmî bo sala 2024an e, ev mijar ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî ve tê pêşkêşkirin.