Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê çend biryaran di berjewendiya welatiyan de dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di rûniştina xwe ya îro de danûstandin li ser sê teweran kirin û çend biryarên giring di berjewendiya welatiyan de dan.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 19.03.2025) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Li destpêka wê rûniştinê, Serokê Civata Wezîran bi navê wê civatê hatina cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî 2725ê li gelê Kurd pîroz kir, herwesa hêvî xwast ku sala nû ji bo gelê Kurd sala xweşî û bexteweriyê be.

Tewerê yekê yê wê rûniştinê girêdayî danûstandinên li ser sizayê zêdegaviyên hatin û çûnê bû, herwesa bi piraniya dengên endamên Civata Wezîran û pêxemetî alîkarîkirina welatiyan biryar li ser dirêjkirina dema daşkandinê bi rêjeya 20% ji sizayên zêdegaviyên hatin û çûnê, heta roja 30ê meha Xezîrana îsal, hat dan.

Herwesa Civata Wezîran Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bi dabînkirina mûçeyên tevaya wan fermanberan raspart, ên ku wekî girêbest an jî herdemî li sala 2024ê hatine damezrandin û heta niha mûçeyên wan ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve jê re nehatine girêdan.

Tewerekî din ê wê rûniştinê girêdayî damezrandina derçûyên pişkên pizişkî bû, Civata Wezîran Wezareta Tendirustiyê, Wezareta Darayî û Civata Rajeyê raspartin ku, karên pêdivî ji bo wan derçûyan bikin û encamê bizavên wan di rûniştina bê ya Civata Wezîran de berçav bikin, ji bo ku biryar li ser damezrandina wan bê dan.